|
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ LI BAKURÊ
KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ, Û REWŞA DEHAPÊ
-I-
HEP,
DEP, HADEP û DEHAP, ev hemû partî heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî
legal, fermî hatine damezirandin û hemû jî ketine ber êrişa dewleta Tirk.
HEP, DEP, û HADEP hatin qedexe kirin, lê DEHAP hên li ber xwe dide, dê kîngê?
Ji aliyê dewleta cinawiran (Haydut devlet) ve
bêye qedexe kirin ne diyar e. Lê ez dikarim bêjim, rojên DEHAPê jî têne
jimartin. Ne hewce ye, ku mirov dûr û dirêj li ser sedemên qedexebûna van
partiyan bisekine. Lê dîsa jî beriya ku ez vegerim ser mijara hilbijartinê,
dixwazim çend mînakan ji hovîtiya siyaseta Tirkan û şaşiyên Kurdan
bêjim:
Sedemên
qedexebûnê her dem wek hev in; yan çima? Van partiya ala Tirkan di Kongreyên
xwe de hilnedane, yan axaftina Kurdî di çalakiyan de hatiye bikaranîn, yan
alîkarî ji bo PKK kirine û yan jî hin slogan avêtine. Û ji ber ku ev
partî daxwaza demokirasiyê û mafên Kurdan li Kurdistanê û Tirkiyê dikin, loma
dewleta Tirk jî bi derewan bi biryarên dadigehên xwe van partiyan qedexe dike.
Baş eşkere ye, ku biryara Tirkan ne hiqûqî, lê belê siyasî ye. Jixwe
li ser biryarên dadigehên Tirkan heta niha dadigeha Ewropa ya mafê mirovan bi
sedan biryarên Tirkan red kirine û li nav çavên wan xistine. Lê Tirk fedî nakin
û siyaseta xwe ya Kemalîzmê a bi qirêj bi îsrar didomînin.
HEP,
DEP, HADEP û DEHAP heta niha di hilbijartinan de li gorî dilê Kurdan pêşde
neçûne. Bê guman sedemên wê jî gelek in. Sedema herî girîng jî ew e, ku dewleta
Tirk bi çavekî xerab li Kurda dinihêre û ji bo pêşdeneçûyîna Kurdan di
warê siyaseta legal (fermî) û demokirasiyê de hemû tengasiyan derdixe. Dewleta
Tirk a olîgarşîk naxwaze Kurd bibin demokrat jî û di warê demokrasiyê de
mafên xwe biparêzin. Ji ber ku dewlet dewleteke derewçîn e, loma ji hebûn û
pêşeroja xwe ditirse. Û Ji ber ku dewleta Tirkan raste rast nikare
têkeve nav siyaseta Kurdan û tevlihev bide, loma qaşo çepên xwe kirine nav
tevgera Kurdan û bi salan e bi destê wan guhên hin Kurdên di nav siyaseta
PKK/KADEK û an jî KGK de girtine, virde dibin, wêde dibin û ji xwe re kirine
wek gog û bi wan dilîzin. Û gelê Kurd jî bedel dide. Yanê bi kurtayî
mirov dikare, bêje hên ji Kurdan re li Bakur siyaseteke sedî sed ji aliyê
Kurdan ve paqij, him di warê legal û him di warê îlegal de çênebûye. Çumkî, ji
ber ku Kurdên Bakur yên ku li pê Kemalîzmê û Stalînîzmê diherin her dem ji
qiralan qiraltir in û xwe wek qaşo înternasyonalîst, kul û kurider
dibînin, loma siyaseteke bi duristî ji Kurdan re derneketiye holê. Kemalîstan
Kurd baş kifş kirine û dizanin, ku Kurdên reben ji siyasetê fêhm
nakin. Loma bi destên qaşo çepên xwe tevgera Kurd û Kurdistanê kirine nava
depresyonê.
Kemalîstên
Tirkan, him li Tirkiyê, him di cîhanê de û bi taybetî li Ewropa bi siyaseta xwe
ya hov li dijî Kurdan serketî ne. Bê guman, serketina Tirkan serketineke
xapandozî û derew e. Lê dewleta Tirk ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser
neke, dubendî dilîze. Dewleta Tirk ji alîkî ve siyaseta Kurdan li Kurdistanê û
li Tirkiyê kiriye cihokeke şaş û bi destên Kurdan xerabiyan dike,
çalakiyên şaş bi destên Kurdan dide kirin û li aliyê din jî, bi
taybetî ji Ewropiyan re dibêje, ka binêrin, ew Kurdên ku hûn mafên wan diparêzin
hemû çep in û ekstremîst in, vana ji dewleta me re û ji Ewropayê re tahlûke ne.
Tirk hîn bûne, ku emrê siyaseta xwe ya bi qirêj bi vî awayî, derew, dek û
dolaban dirêj bikin.
Tirkan
bi derewên xwe yên qaşo bi navê laysîzmê Kurdistan û Tirkiye di Rojhilata
Navîn de kiriye zîndan. Ew bi gotina laysîzmê him Tirkan û him jî Ewropiyan
dixwapînin.
Va
gotina laysîzmê layîqî Tirkiyê ye? Bê guman Na.
Dewletên Ewropa jî baş dizanin, ku Tirk xwe bi derewan diparêzin û
dewleteke layîk û demokrat nîne. Lê Ewropî ji bo berjewendiyên xwe ji Tirkan re
dengên xwe nakin.
Hewceyê gotinê
ye, ku li ser derewên dewleta Tirk ji faşîstên Almanan, ji Adolf Hitler
mînakekî bidim. Adolf Hitler ê faşîst li ser derew û hovîtiyên xwe wiha
dibêje, ”Je größer die Lüge, desto mehr Menschen folgen ihr”. (Tu
çiqas derewên mezin bikî, mirov dê ewqas li pê te werin)
Ev
gotina Adolf Hitler layîqî dewleta Tirk e. Tirk çiqas derewan dikin, gelê wan
jî ewqas li pê wan diçe. Ewropî jî bi gotina Tirkan dikin. Çumkî ew
Kurdên bê fahm li Ewropa jî şaşiyên xwe bi îsrar berdewam dikin. Ka
binêrin Kurd ji bilî çepên qirş, qal û bermayînên Ewropiyan bi kê re dan û
standinên wan hene?. HEP, DEP, HADEP, DEHAP û partiyên Kurdan yên din heta niha
tenê bi çepên Ewropayê re dan û standin kirine.
Ew
çepên Ewropiyan, yên qaşo ji tevgera Kurd re alîkarî dikin û mafên mirovan
ji bo Kurdan diparêzin, pir mixabin, ku bêjim, kesên di nav wan rêxistinan de
bi desthilat in, piraniya wan mirovên îstixbaratên Ewropa ne û tenê dixwazin
siyaseta Kurdan kontirol bikin û înformasiyonan bidin dewletên xwe. Rayedarên
HADEP û DEHAP jî dema têne Ewropa bi van kesan re dan û standinê çêdikin. Yanê
bi kurtayî, ez dikarim bêjim, ku felaketeke wisa hatiye serê Kurdan, lê pir
mixabin, ku Kurd hên jî nizanin, ev çi felaket e û ji vê felaketê re çareseriyekê
nabînin, tenê xwe bi çalakiyên vala meşxûl dikin, ku bi siyaseteke erzan û
rezalet li ser piyan bimînin.
Nîşe:
Ezê di gotara din de bi taybetî li ser endametiya HADEPê ya sosyalîst
înternasyonal (SI) û çima? DEHAP ne bû endama SI. Herweha ezê mînakekê ji
gosarmetiya (rezaleta) hilbijartina herêmî ji bajarê ku ez lê mezin bûme, ji
Qereyaziyê (Gogsî) bidim û texmîna xwe li ser hilbijartinan bêjim.